MUNÎH – Ciwanên endamên Tewgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN), Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn û daxuyaniya ku ji aliyê Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) ve hate weşandin hat xwendin.
Di daxuyaniya ku bi Elmanî hatiye weşandin de;
“Dê êvarê li bajarê Heusden-Zolder ê Belçîkayê ji aliyê çeteyên AKP-MHP’ê ve li dijî Kurdistaniyan êrîşeke organîze pêk hat. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wan xwestin malên wan bişewitînin.”
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî nêzîkatiyên dewletên Ewropayê yên di êrîşên li dijî Kurdan de dan û hat gotin, “Helwesta dewletên Ewropayê ya li hemberî van êrîşan şerm e. Li paytexta Fransa Parîsê di du êrîşên beriya niha de 6 hevalên me şehîd bûn. Yê ku li bajarê Bremen ê Fransayê gule li deriyê me xist ew in. Yên ku li Viyanayê lîsteyên me yên mirinê amade kirin û yên li Belçîkayê xwestin mala me bişewitînin heman kes in. Em dewleta Tirk a faşîst baş nas dikin. Kuştin û qetlîamên li dijî gelê Kurd li hemû cîhanê hedef digire.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Hewldana komkujiyê ya pir giran û bê tedbîr heye. Em daxwaz ji dewleta Belçîkayê dikin ku di zûtirîn dem de vê bûyerê ronî bike û berpirsyaran li ber qanûnê bipirse. Li dijî van êrîşên dewleta Tirk û têkiliyên wê yên qirêj ên li wir, divê bi awayekî cidî têkoşîn bê kirin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê. Divê hemû meclîsên me di zûtirîn demê de planên xwe pêk bînin û li dijî van êrîşan dakevin qadan. Divê gelê me bizane ku em ê li pêşberî hiqûqê hesabê van êrîşan bipirsin û em ê vê yekê bişopînin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepik û qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Qatil Tirkiye, Dîktator Erdogan”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” bi dawî bû.