HELEB – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Helebê civîna xwe ya salane lidarxistin, di bin slogana “Bi rihê Apocî emê dîwarên Îmralîyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” de. Nêzî 25 endamên komîteya ciwanan a PYD’ê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de, di serî de, ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê raporê salane yê xebatên Ciwanên PYD’ê hat xwendin û her mijar bi berfirehî hate nirxandin û şirovekirin, di nav de xeta tekoşîna Rêber Apo, rewşa siyasî, rewşa ciwanan di nava Helebê de û rewşa rêxistinî.
Di encama nîqaş û pêşniyaran de biriyar hatin girtin û plansaziyekî ji bo sala nû hat derxistin.