HANNOVER – Ciwanên ku alên Rêber APO û PKK’ê vekirin dimenek çêkirin û bang kirin û gotin, “Eger em nebin yek, em ê yek bi yek têk biçin. Eger em êrîşa duh a li Belçîkayê li ser me pêk anî nebêjin, dibe ku sibê li Hannoverê pêk were. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku biçin qadan.”
Di serî de ciwan û jinên ciwan ên Kurd û bi giştî ji aliyê welatparêz û dostên gelê Kurd ve ev bangawazî rastî bertekeke mezin hat.
Ciwan, Kurdistanî û dostên wan ên ku herikîn kolanên Hannoverê, êrîşên nîjadperestên faşîst ên Tirk ên li Belçîkayê şermezar kirin, piştî daxuyaniya Hevserokatiya Komeleya Çanda Kurdistanê ya Hannoverê.
Hevserokatiya Komeleya Çanda Kurdistanê di daxuyaniya xwe de êrîşên li ser malbata Kurd şermezar kir û got, “Xwestin malbata Kurd di malên wan de bi saxî bişewitînin. Îro dijmin ferqê naxe navbera gelê Rojava, Bakur. Rojhilat û Bashûr, wan weke Kurd dibînin. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi yekîtiyê heye.”
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Tolhildan” hatin berzkirin.
Çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn, bi eleqeyeke mezin a gel û çepikan bi dawî bû.