DRAGUIGNAN – Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) êrîşên faşîst ên nîjadperest ên li Belçîkayê yên li dijî malbata Kurd a li Belçîkayê pêk hatibû bi beşdariya bi sedan welatiyên welatparêz hatin protestokirin.
Gelê Kurd ê welatparêz bi alên Rêber APO û PKK’ê meşiyan, êrîşên ku hat xwestin malbatên Kurd di malên xwe de bi saxî bên şewitandin şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê bi dirûşmeyên “Tolhildan” bê bersiv nemînin.
Meşa ku li ber avahiya PTT’ê ya Dragûîgnan dest pê kir, li navenda bajarê Dragûîgnan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” bi dawî bû.