NAVENDA NÛÇEYAN – Rapper Simyager (Ferhat Tunç) ku di van demên dawîn de bi stranên xwe yên rap Kurdî di rojevê de ye, straneke nû ya bi navê “Ev bajarê min e, ev bajarê me ye” derxist.
Endezyarê elektrîkê Ferhat Tunç ku li ser rêya Rappêrê Kurd Serhado dişopîne, êş, şahî, çîrok û şêwaza jiyana civakê bi kilamên ku bi muzîka xwe ya rapê çêkiriye tîne ziman.
Muzîka Rapê ku şêwazeke muzîkê ya navneteweyî ye û di salên dawî de muzîka herî zêde tê guhdarkirin, êş, çîrok, kevneşopî, çand, şêwazên jiyanê, serhildan û şahiyên ku civakê jiyaye, mîna dengbêjlikên Kurdan vedibêje.