NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê Firat Çaplîk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 21’ê Adarê de li navçeya Alanya ya Antalyayê li dijî 2 keştiyên tûra yên luks çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku di encama çalakiyê de keştî nayên bikaranîn û got, “Em li her derê ne. Li her derê çav û guhên me hene. Hûn bawer dikin ku hûn ê bi azadî êrîşî Başûrê Kurdistanê û Rojava bikin, lê hûn şaş in. Emê destûrê nedin vê yekê. Em ê li her qadê derbeyan li we bixin.”
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
Milîsên HBDH Fırat Çaplık; “Em lêdanê xwe li ser Aboriya Şer a Dewleta Dagirker Didomînin!”
Em ê pêla terora hov a dewleta faşîst bişkînin! Em li hemberî qetlîam û êrîşên hewayî yên rojane yên li ser Rojava bê deng neman û em ê bêdeng nemînin! Em ê ambargoya hovane ya bi hevkariya Barzanî bişkînin! Em ê li her qadê bersivê bidin êrîşên dijmirovahî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê!
Em, bingehên aborî yên dewleta faşîst ên“pişt xetê” dixin û em ê bidomînin!
Weke milîsên Firat Çaplîk (Alper Koçer Çakas) me sektora tûrîzmê hedef girt. Di 21’ê Adarê de li navçeya Alanya ya Antalyayê li dijî 2 botên keştiyên luks bi rêbazên taybet çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiya me de keştî şewitîn û bi temamî nehatine bikaranîn.
Em dîsa dibêjin. Em li her derê ne. Li her derê çav û guhên me hene. Hûn bawer dikin ku hûn ê bi azadî êrîşî Başûrê Kurdistanê û Rojava bikin, lê hûn şaş in. Em ê destûrê nedin vê. Em ê li her qadê greva xwe bidomînin!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
Yekane Riya Şoreşa Yekgirtîbûyin e!