ŞEHBA- Festîvala Şampiyoniya Tevgera Xwendekaran a ji bo lîstikên ferdî û koman îro li qada çîmenê ya Babinsê dest pê kir
Ev bi hemahengiya di navbera tevgera xwendekaran, Rêveberiya Perwerdeyê û Desteya Werzîşê ya Efrînê û Kantona Şehbayê de ye.
Bi beşdariya heşt dibistanan ji beşên ciwan û jinên ciwan, û di nava girseyek mezin de, çalakiyên turnuvayê bi pêşbirkên lîstika futbolê dest pê kir, ku tê de tîma dibistana kampa Berxwedan û tîma dibistana Til Rifat cîh girt. Di listîkê de tîma dibistana kampa Berxwedan kategoriya ciwanan bi puana (5×4) derbasî nîvfînalê bû.
Di pêşbirka fûtbolê ya jinên ciwan de, tîma Dibistana Tel Rifatê karî bi rêjeya (1×0) li hember tîma Dibistana Babîn bi ser bikeve û derbasî qonaxa nîvfînalê bibe.
Çalakiyên mîhrîcanê wê heta 3’ê Nîsana 2024’an bi pêşbirkên futbol, şetrenc û bezê dewam bike.