HALEP- Mizginiya ku ji aliyê NPG ve roja 20’ê Adarê hate dayîn di serî de jin û ciwanan û bi giştê gelê Kurd û dostên wî pir keyfxweş û şad kirin. Li herî derî bi coşa Newrozê ve ev mizgîni hate pêşwazîkirin û li qadên Newrozê ji bo gerilayên azadiyê slav hatin rê kirin.
Jinên Ciwan ên Helebê jî ji vî mizginiyê gelek keyfxweş bûn û xwestin bi çend gotinan hestên xwe di derbarê vî de bînin li ser ziman.
Jinên Ciwan mizgîniya Newrozê wiha nirxandin.
”Ev agahî me pir kefxweş kir û moral da me. Ne tenê heval moral jê girtin, gel jî pir moral jê girt. Amurê ku hevalan bikaranîn dikarin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî alîkar bin. Ez weke jinek ciwan ji pêkhatiya ereb ez afrinertiya hevalan pîroz dikim. bi destên hevalên me yên gerîla em dikarin Rojava bi giştî rizgar bikin û vegerin bajarên xwe!’
”Weke me di mizgîniya hevalan de bihist dewleta Tirk bi me nikare. Ne bi balafir û ne bi ti silah jî ti dewleta bi Kurdan nikare!”
”Edî li cem hêzên me yên gerîla silahên nû hene. Niha dewleta Tirk nema dikare keşifên xwe rake, em wek jinên ciwan serkeftin ji hemû hevalan re dixwazin. Ev sal bibe azadiya fizikî ya Rêber APO.”
”Mizgînîya 20’ê Adarê pir xweş bû. Edî li cem hevala sîtema fûzeya heye, keşif nema dikare hevalan hedef bigre. Weke jinên ciwan bawerîya me ji Tevgera Azadî heya dawî heye!”
”Em wekê jinên ciwan bi vê mizgînî pir kefxweş bûn, em hevalên ku li serê çiya şer dikin silav dikin.”
”Em pir kefxweş bûn ji vê mizgîniye û em ticarî gav paş de navejin.”
”Em ji wan çalakiyan pir kefxweş bûn û em serkeftin ji gerîla re dixwazin. Serkeftin ê me ye!”