HELEBCE-Nêzî du mehin hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê belav nekiriye. Li seranserê Herêma Kurdistanê carek din çalakiya boykota xwendinê serî hildaye û her ku diçe zêde dibe
Îro li ber Zanîngeha Helebceyê, Desteya Nûnerên Xwendevanên Zanîngeha Helebceyê li ser hinek pirgirêkan daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Nûnerê Xwendevanên Zanîngeha Helebceyê Hevar Îrfan li ser nave xwendevanan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ji ber rewşa nebaş a aborî heftiyeke me dersan boykot kiriye. Her wiha desteserkirina mûçeyan ji aliyê partiyeke siyasî ve jî nîzama tevahiya malbatan xera kiriye. Pereyê malbatên xwendevanan tuneye ku zarokên xwe vegerînin zanîngehê, ev jî bûye pirsgirêkek ji bo hemû xwendevanên bajar û derveyî bajêr.”
Hevar Îrfan di daxuyaniyê de daxwaz ji berpirsên pêwendîdar kir ku pirsgirêka mûçeyên xwendevanan çareser bikin, daku xwendevan bi mejîyek aram û berîkên tijî vegerin dibistanê.
Her wiha Hevar Îrfan destnîşan kir ku nedana mûçeyan neheqiyeke mezin e li hember xwendevanên Silêmanî û Helebceyê, sala borî xwendevanên deverên din mûçeyên xwe digirin, lê li vê herêmê tu mûçe nayê dayîn.
Hevar Îrfan got: “Em berdewam xwepêşandan û nerazîbûn nîşan didin, lê xwendevanên Hewlêr û Duhokê sûdê dixwin, ev jî neheqiyeke mezine li me tê kirin. Em daxwaz ji serokê YNK’ê dikin ku vê neheqiyê qebûl neke, ji ber ku ne ya qebûlkirinê ye.”
Çavkani:Rojnews