KOBANÊ – Li navçeya Şêranê giredayî Kobanê, Yekîtiya Jinên Ciwan bîranînekî ji bo şehîdên hefteya qehremantiyê û pêşengên tevgera ciwanên apoyî şehîd Bişeng Brûsk û şehîd Sara Hogir Riha lidarxistin.
Biranîn di çarçoveya hefteya qehrementîyê de hatiye lidarxistin. Li ser vê esasî, di şexsê her du şehîd û di şexsê şehîd Mazlûm Dogan û şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) de tevahî şehîdên şoreşê bi deqayekî rêzgirtin hatin bibîranîn.
Piştre semînerekî li ser hefteya qehrementî û dîroka berxwedana kurda hatiye dayîn. Di semînerê de bal hatiye kişandin li ser rol û misyona jinên ciwan wek pêşengên şoreşê û wek mînakên jinên azad li ser jiyana her du lehengên şehîd Sara Tolhildan û şehîd Bişeng Brûsk. Di dawî de sîneviziyonek li ser hefteya qehremantiyê hatiye pêşkêşkirin û bîranîn bi berzkirina sloganan bi dawî bû.