NAVENDA NÛÇEYAN – Di şerê gelê şoreşgerî de bi taktîka şerê gerîla destkeftiyên dîrokî hatin bindestxistin.
Bi despêkirina şerê gerîla ya Çîn di bin fermandariya Giap û di berdewamiya şerê gelê şoreşgerî li Vîetnamê jî gelên bindest li hember dagirkerî taktîkên serkeftî pêşxistin û li hember hêzen desthilatdar berxwe dan.
Heya îro şerê gerîla di dûnyayê de pir kêm ma, ji ber êrîşên dagirkerî ya hêzen împeralîst ya NATO’yê piranî hêzen gel tasfiyê bûn.
Lê hêzekê di Kurdistanê de bin fermandartiya Rêber APO de avabû û heya îro li hember teknîkên herî pêşketî ya modern û li hemberî bi kar anîna silahên kîmyasal berxwe dide û bi qehremantî li hember hêzen NATO şer dike.
Ev hêz hêza şerê gelê şoreşgerî ya HPG’ê û YJA Star e. Ev hêz bi derketina Fermanda Şehîd Egîd gavê xwe ya yekemîn avet û heya Îro tirsekê pir mezin di dilên dagirkeran avakir.
Di dîrokê de gerîlayên leheng ên HPG’ê û YJA Starê bû xetekê ku gelên bindest û berxweder mînak bigrin. Şervanên azadiyê ku di çiyayên xwedewendan de derketinê, îro bi hebûna xwe îspat dikin ku tu hêz nikarê hêza gel ya rexistinkirî bişkîne.
Tarzê gerîla ku di nava HPG’ê û YJA Star de hatiyê avakirin, tarzekê herî serkeftin li hember êrîşên giran û qirêj ya lêşkerên dagirker ya NATO’ye.