FRANSA- Aktîvîstên Kurd Fîraz Korkmaz û Mehmet Kopal ên di 25’ê Sibatê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin binçavkirin, ji bo bişînin dewleta Tirk ji aliyê dewleta Fransayê ve dîl hatin girtin. Yek ji aktîvîstên Kurd Fîraz Korkmaz ê ku eger şandin dewleta Tirk xetereya girtinê heye, îro hate dersînorkirin û bi darê zorê şandin dewleta Tirk.
Aktîvîstê Kurd Fîraz Korkmaz ku îro saet derdora 14.00’an de ji bo teslîmî dewleta Tirk were kirin anîn Balafirgeha Charles de Gaulle ya Parîsê, bi awayekî derqanûnî radestî dewleta Tirk hate kirin.
Ciwanên Kurd ên xwestin radestkirina Fîraz Korkmaz asteng bikin li balafirgehê çalakî li dar xistin. Polîsên ku xwestin mudaxeleyî çalakiyê bikin rastî berxwedana ciwanên Kurd hatin. Korkmazê ku di dema aloziyê de bi lez û bez li balafirê hat siwarkirin, şandin dewleta Tirk.
Fîraz Korkmazê ku şandine dewleta Tirk li balafirgehê ji aliyê dewleta Tirk ve hate binçavkirin. Mehmet Copal ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê hêj li Fransayê girtî ye.