ŞEHBA – Duh êvarê li gundê Karfergares ya navheya Ehdas li Şehba, dimenên xistina balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker, ku ji aliye ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) hatin belav kirin, wek mizginiye ji bo gel hatin pêşkêşkirin.
Bi dehan kes kom bûn li dibistana gundê. Di dest pê kê bername de berdefke meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi nav Omer Xelîl axivî û got: “Vê sînevîzyon li ser esasê serkeftinê gerîla li hemberî dagirkeriyê Tirk were pêşkêşkirin. Îro gerilayên azadiye carekî din nîşan didin ku li hemberî îradeya Apogerî kes nikarî bisekîne.”
Piştî pêşkêşkirina sînevîzyon gel sloganên “Bijî Berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kir.