REQA – Di bin dirûşma “Bi ruhê ciwanên Apocî emê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên Reqa û Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî beşdarî civînê bûn. Ev civîn ji bo zelalkirina karê ciwanan û perwerdekirina komên ciwan li ser mijarên siyasî hat li darxistin.
Civîn bi bixêrhatina mêvanan dest pê kir. Piştre ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre jî perspektîfên Rêber Apo ji aliyê berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Letîfe El-Hesen hatin xwendin. Pişî wê rapora salane ya xebatên ciwanên PYD’ê li Reqa û Tebqayê ji aliyê Ehmed El-Hemûd ve hat xwendin. Rewşa Rêber Apo ji aliyê berdefka Tevgera Ciwanên Şoreşger hat nirxandin û kiryarên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk di sala borî de pêk anîne vegot. Piştre Ebdul Hadî axaftin kir û qala rewşa siyasî li herêmê kir û giringiya zanîna ciwanan ji rewşa siyasî rave kir. Piştre qala rewşa ciwanan kir, pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin, ji aliyê malbatê û civak ve û rêyên çareseriyê çi ne. Nîqaş hat vekirin û beşdaran rewşa rêxistinî ya ciwanên PYD’ê li Reqa û Tebqayê nirxandin.
Endamên Meclîsa Partiya Ciwanên PYD’ê a Reqa û Tebqayê hatin hilbijartin û piştre li ser bernameya karê ciwanên PYD’ê nîqaş hatin kirin û plansaziya xebatê hate xwendin. Tê de van biriyaran hatin diyarkirin:
Li darxistina dewreyên perwerdeyê îdeolojîk ji bo komên ciwan;
Li ser şer û koçberî li darxistina civînan di navbera endamên ciwanan de;
Ji bo komên ciwan pêşkêşkirina vîdyoyên, zêdekirina serdana malbatan û nîqaşên di nav gel de ji bo tevlîbûna ciwanan;
Belavkirina hişmendî û ramana Rêber Apo.
Di dawiyê de encamnameyekî ji aliyê Mihemed Nûr El-Ecacî ve hate xwendin û têde tekezî li ser giringiya xebata ciwanên PYD’ê di warê siyasî û rêxistinî de hat kir. Hat diyar kirin ku tevî wan şert û mercên dijwar ku di bajarên Reqay û Tebqayê û li giştî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de derbas dibin ewê li hemberî dijmin têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Civîn bi qirîna dirûşmeyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.