QAMIŞLO – Ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li Zanîngeha Rojava şahiyekî hat li darxistin. Bi sedan xwendekar û mamosteyên zanîngehê bi cil û bergên kurdî tevlî şahiyê bûn.
Şahî bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê, agirê Newrozê hat pêxistin û mamosteyên zanîngehê derbarê wate û girîngiya Newrozê û girîngiya şoreşê ji bo azad pîrozkirina vê cejnê axivîn û Newroz li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gerîlayên li ser çiya, şervanên YPG, YPJ û QSD û tevahî gelê azadîxwaz pîrozkirin.
Piştî wê şanoyekî ji aliyê koma şano ya Zanîngeha Rojava derbarê kurdîtiyê hat pêşkêşkirin. Komekî govendê gelerî yê xwendekar jî dîlana xwe pêşkêşkir.
Piştre ji aliyê hunermendên xwendekar stran hatin gotin û girseyê beşdaran bi coş govend girt.