ŞEHBA – Îro bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, li konê Meclîsa Gel a Şehba çalakiyekî bîranîn ji bo şehîdên Hefteya Qehremantiyê hat li darxistin. Bi dehan welatiyan beşdarî bîranîn bûn.
Çalakiyê bi deqeyek rêz girtin li ser giyana şehîdan despekir. Piştre endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û got: “Hefteya Qehramaniyê bi çalakiyê Kawa Hemdem Mazlum Doğan li şeva newrozê destpêkir, li ser pîvanê ku heval Mazlum da me ‘Berxwedan Jiyane’, fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) şerê çekdarî da despekirin û îro 40 sal in vê şerê tê meşandin. Bi fikir û felsefeya Reber Apo şoreş pêşdikeve û ber bi serkeftinê diçe. Di nav Hefteya Qehraman em soza xwe dubare dikin li hemberî şehidên xwe ku emê erka xwe yê welatparezî pek bînin.”
Çalakiyê bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana gerîla” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.