DIRBÊSIYÊ – Îro li Navenda Tevgera Çand û Huner (TEV-ÇAND) ya navçeyê Dirbêsiyê bi tevlîbûna dehan şênî, endamên meclîs û sazîyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bîranînekî ji bo şehîdên Hefteya Qehremantiyê hat li darxistin.
Di dest pê kê de li ser giyana tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre li ser şehîdên Hefteya Qehremantiyê axaftin hatin kirin.
Hefteya Qehremantiyê di 21’ê adarê de bi cejna Newroz û şehadeta Mazlûm Dogan dest pê dike û heya 28’ê adarê, roja şehadeta fermandarê pengava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) berdewam dike.