HEILBRONN- Hewldana lîncê ya li dijî Kurdan a piştî Newroza Belçîkayê li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ji aliyê bi sedan ciwanan ve hate protestokirin.
Bi sedan ciwan danê êvarê saet di 20:00 de li qada Bollwerksturm-Soleo hatin cem hev û piştî deqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Di rê de dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Li vir Nûnera Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Heîlbronnê axaftinek kir û bêdengiya welatên Ewropayê yên li hemberî êrîşên nîjadperest ên li dijî Kurdan, rexne kir û got: “Hûn li dijî meşa azadiyê ya gelê Kurd her cure piştgiriyê didin Erdoganê faşîst. Erdoganê faşîst ku bi piştgiriya we cesaretê digre, bi çeteyên ku li her derê li dijî Kurdan organîze kiriye êrîşî Kurdan dike. Di du qetlîamên li Parîsê de Kurd hatin qetilkirin. Hûn li hemberî vê yekê bêdeng man. Îro jî bi êrîşên hovane û dijmirovahî xwestin jin û zarokan bişewitînin. Divê hûn bêjin dev ji vê hovîtiyê berdin. Kurd dixwazin weke Kurd bi mirovahî bijîn. Êrîşî navenda we ya bi navê demokrasî û mafên mirovan dikin û hûn dîsa bêdeng dimînin. Bizanin ev faşîstên ku êrîşî Kurdan dikin wê sibe jî êrîşî we bikin. Kurd wê di çarçoveya qanûnên demokratîk de xwe biparêzin. Wezîfeya we rawestandina vê faşîzmê ye.”