HELEB- Ji aliyê wendekarên jinên ciwan ên Helebê ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan Şehîd Sara Hogir ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker de, li qadên parastinê yên Medyayê di 28’ê Tîrmeha 2023’an de şehîd bibûn, pêşangehek hat lidarxistin.
Di pêşangeha ku li Lîseya Selahaddîn hat lidarxistin de pirtûkên gelek jinên şoreşger ên navdar, bi taybetî pirtûkên Rêbertî, kovarên Jinoloji û Yekitiya Jinên Ciwan hebûn. Di pêşangehê de wêneyên bi destan ên xwendekarên keç ên ciwan ên Şehîd Bişeng û Şehîd Sara û Şehîd Vejin Jiyan ku di êrîşa hewayî ya 27’ê Tîrmehê ya li Rojava de şehîd bibû, hatin pêşandan. Her wiha di pêşangehê de wêneyên gelek şehîdên jin û Rêber APO cîh girtin.
jinên ciwan ên xwendekarên diyar kirin ku armanca wan ew e ku her du ciwanên şehîd ên di van demên dawî de şehîd bûne bidin nasîn û ji bo fikir û felsefeya Rêber APO ji jinên ciwan re ragihînin pirtûkên Rêbertî belav dikin.
Pêşengeha ku ji aliyê xwendekaran ve bi eleqeyek mezin tê ziyaretkirin dê heta êvarê berdewam bike.