OLTEN- Êrîşa komên faşîst ên Tirk ên 24’ê Adarê di saetên êvarê de li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê li dijî malbatên Kurd ên ji Newrozê vedigeriyan pêk hat, li bajarê Olten ê Swîsreyê hate protestokirin.
Ji gelek saziyên dost jî kes beşdarî çalakiya li Oltenê ji aliyê ciwan û gelê Kurdistanê ve hat lidarxistin bûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji aliyê Haydar Dêrsim ve hat xwendin de ev tişt hatin gotin;
“Di 24’ê Adarê de careke din me dît ku faşîstên Tirk bi hovîtî û xayîntî êrîşî malbata me ya Kurd a ku vedigeriyan malê kirin û xwestin malê bişewitînin. Divê ew zanibin ku em ê tola xwe hilînin. Çiqas dem bidome jî em ê li her qadê bin. Çi saet û çi roj be ferq nake, me soza tolhildanê daye û em li her derê ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê tola her rêhevalekî şehîd, birîndar û her ala Kurdistanê ku hatiye şewitandin were girtin û wiha hate gotin: “Em amade ne ku ji bo vê yekê canê xwe bidin berdêla wê çi dibe bila bibe. Kengî dibe bila bibe. Û me weke ciwanên vê tevgerê sond xwariye ku em tola xwe hilînin.”
Dersim diyar kir ku, “Gerîlayan li çiyayên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk xistin û dewleta Tirk a faşîst nekarî vê têkçûnê tehm bike û êrîşî malbatên Kurd dike, Lê polîtîkaya vê dewleta faşîst wê bêhêvî bimîne. Weke ciwanên Kurd wê her tim bi tundî bersiva wan bidin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ciwan ber bi cihên ku faşîstên Tirk ên li navenda bajêr lê bi cih bûne meşiyan û dirûşmên “Dakevin kolanan” qîriyan.