HELEB – Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên Heleb civîna xwe ya salane li dar xistin, bi amadebûna rêveberî û endamên Jinên Ciwan ên PYD ya taxa Şêx Meqsûd.
Di serî de, hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn bi deqeyek rêzgirtin. Axaftina vekirinê civînê ji aliyê Sara Hesen, berdefka Jinên Ciwan ên PYD ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin. Di axaftina xwe de diyar kir ku Jinên Ciwan ên PYD wê tekoşîna xwe bilind bikin û xebatê xwe pêşbixînin.
Piştî wê sekna di xeta Rêber Apo de, rewşa siyasî ya herêmê û bi taybet rewşa jinên ciwan hatin nirxandin. Her wiha, rewşa kar û xebat bi berfirehî ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin û plansaziyekî ji bo sala nû hat danîn û hat parve kirin.
Civîn bi berzkirina diruşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.