ŞEHBA – Îro li navçeya Fafînê ya Şehbayê civîna salane ya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’ê) di bin dirûşmeya “Bi Rihê Ciwanên Apocî, Em ê Dîwarên Îmralî Hilweşînin û Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Misoger Bikin” de hat lidarxistin.
Civînê bi sekinîna deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir. Piştî wê ji aliyê endamê rêveberiya PYD’ê ya Şehbayê Ebdîn Mehmûd ve axaftina pêşwazîkirinê hat kirin. Piştre perspektîfên Rêber Apo ji aliyê mamoste Ebdulah Hebeş ve hatin xwendin û sînevîzyonek li ser kar û xebata salekê ya ciwanên PYD’ê hat pêşkêşkirin.
Li aliyê din nîqaş û guftûgo di derbarê kar û xebata salekê ya ciwanên PYD’ê de hatin kirin û civîn bi nirxandina kar û pilansaziya karê partiyê yê di pêşerojê de bi dawî bû.