MERDÎN- Îro danê êvarê bi sedan welatiyên Nisêbînê bi coşeke mezin beşdarî konvoya girseyî ya beriya hilbijartinê ya ji aliyê partiya DEM’ê ve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat lidarxistin bûn. Ev konvoya bi heybet çeteyên desthilatdariya faşîst ên AKP û MHP’ê aciz kir. Çeteyên ku dixwestin xwe îspat bikin tabelaya gurê boz çêkirin û çek kişandin ser gel.
Gelê Nisêbînê jî bê deng neman û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên ku xwestin çeteyan ji wir derxînin, bi qîrîna dirûşmeyên “DEM gel e, gel li vir e” bertekên xwe yên li hemberî koma faşîst nîşan dan. Wê demê polîsên dewleta xwînmij ên ku dixwestin çeteyên faşîst biparêzin êrîşî gelê Kurd kirin.
Polîsên ku xwestin ciwanên Kurd binçav bikin, li hemberî berxwedana ciwanan neçar man xwe paşve bikşînin.