KOLN – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li bajarê Koln ê Elmanyayê bernameyekî pîrozbahiyê ya ciwanan li dar xistin.
Bername bi deqeyeke rêzgirtinê li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftina vekirinê hate kirin.
Di axaftinê de bal hat kişandin ser malbatên Kurd ên di 24’ê Adarê de dema ji Newroza Heusden-Zolder a Belçîkayê vedigeriyan rastî êrîşan hatin û bûyerên piştî wê hatin jiyan kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev êrîş bi awayekî rexistinkirî bi destê AKP-MHP’ê pêk tên û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk dixwaze provokasyonan derxîne. Ji ber vê yekê divê em weke ciwan teqez nekeve bin bandora van provokasyonan.”
Piştî axaftinê li gel stranên hunermendê Kurd Hozan Cömert ku wek hunermend ji bo pîrozbahiyê hatibû vexwendin dilan hate gerandin.
Ciwanên ku timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin, bi coşeke mezin çalakiya xwe bi dawî kirin.