TEBQA- Çalakiyên endamên Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêber APO de ku di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû, dewam dike. Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de bi boneya rojbûna Rêber APO li Navenda Jinên Ciwan a Tebqayê dest bi çandina gul û kulîlkan kir.
Yekitiya Jinên Ciwan ji sibê ve wê li seranserê parêzgeha Tebqa û gundewarê wê rêzeçalakiyên weke çandina gulan, sînema û pêşandanên danasînê li dar bixe.