QAMIŞLO- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya rojbûna Rêber APO gelek çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de ji bo endamên Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo semînerek hate organîzekirin. Saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û jinên ciwan beşdarî semînera ku li Navenda Aboriyê hat lidarxistin bûn.
Di semînerê de rojbûna her kesê ku bi ramanên Rêber APO bawer kirin û di rêya azadiyê de meşiyan, hat pîrozkirin. Hat diyarkirin ku divê rojbûna Rêber APO jî weke rojbûna hemû gelên bindest û jinan bê dîtin. Di berdewamiya semînerê de hate diyarkirin ku divê 4’ê Nîsanê bi awayekî herî bi heybet were pêşwazîkirin û hate nîqaşkirin ku di çarçoveya Pêngava Azadiya Rêber APO û Çareseriya Pirsgirêka Kurd de xebatên xurtir bên meşandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin û divê jinên ciwan pêşengiya vê pêngavê bikin.
Semîner bi dirûşmeyên Bijî Serok APO bi dawî bû.