BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detayên çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker parve kir;
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
25’ê Adarê saet 15:30’an li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM droneke çeteyan a bi teqemenî ji hewayê hatiye xistin û hatiye rûxandin.
28’ê Adarê saet 13:30’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî çalakî li dar xistin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
28’ê Adarê saet 08:50’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef girtin û gulebaran kirin û 1 dagirker hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
2. Herêma Xakurkê;
Di 29’ê Adarê saet 10.00’an de li Girê Şehîd Kamuran dagirkeran bi çekên hatin hedef girtin û gulebaran kirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 24, 27, 28 û 30’ê Adarê de, tunelên şer ên li Herêmên Berxwedana Serdemê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî yên herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê, 4 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Di 27 û 29’ê Adarê de tûnelên şer ên li qada Berxwedana Serdemê ya Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê 4 caran bi balafirên bêmirov hatin bombekirin.
Di 24 û 27’ê Adarê de tunelên şer ên li qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 3 caran bi balafirên bêmirov hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di navbera 23 û 31’ê Adarê de Deşta Kafya, Dosteka, Kanîsarkê, Çemrobotkî, Girê Reşîd, Sêdarê, Damn, Kolit, Goşînê, herêma Sinînê 7 caran, herêma Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 4 caran, herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê ya Girê Amediyê. , Girê Bahar, Qada Berxwedana Girê Cûdî bi giştî 17 caran; 61 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
31 Adar 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê