NAVENDA NÛÇEYAN – 31’ê Adarê 2020’an de saet 05:00 de Sema Koçer li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê yê navçeya Bazîde ya Agiriyê, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî li dar xist.
Sema Koçer li dijî hêzên dijmin şer kir, li wesayiten zirxî xist ên dest li qadê werdan û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin teqand û îmha kir. Di encama teqîne de her 5 wesayitên dijmin bi temamî îmha bûn, zêdeyî 30 jî leşkerên dijmin hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Îro 4 sal piştî wê çalakiyê ku di nava PKK’ê de bû xeta fedayî û tohildanê, li Tirkiyê hilbijartin çedibe. Di despekê hilbjiartinê de diyar dibe ku leşker û polîsên Tirkiyê û insanên ku xwe firotine sahtekartiya xwe bi her cûreyî berdewam dikin û ji bo rejîma AKP ya faşîst dengê ango xwe difiroşin. Li danê siharê ve tevlîheviyan derdixinin û zext li ser gelê me ya welatparêz çêdikin.
Di bîranina çalakiya fedayî ya Şehîd Sema Koçer û di mizgîniyên dawî ya çalakiyên Gerîlayên serdema nû jî diyar dike ku bi wê serkeftinên pir mezin pêk werin. Ew leşkeran ku niha denge xwe didin rejîma faşîst a AKP- MHP, mirina xwe hilbijerin.
Ji ber çi bibe bila bibe, lihemberê rejîma AKP-MHP a faşîst, dagirker çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê dewam bikin û bi awayekê serkeftin wê rejîma faşîst têk bibin.
Gelê welatparêz û dosten wan ku niha hewl didin di wê hilbijartinê de denge xwe didin Dem Partî, dizanin û serê xwe li hember zextên rejîm netewînin. Di nêzbûna Rojbûna Rêber APO, denge xwe didin Daran, wan daran ku di 4’ê Nisanê de werin çandin.
Em çandiniya daran berdewam dikin, ji bo jiyana azad û serkeftinê.