NISÊBÎN – Milîsên Azadiya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û ragihand ku duh êvarê Nisêbînê piştî ku çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê çekên xwe li ser gel kişandin, li dijî qereqolêk çalakiyek li dar xistin.
Milîsên MAKê yên ku piştî çalakiyê bi selametî ji qadê derketin, dîmenên çalakiyê parve kirin û diyar kirin ku ew ê li hemberî zilm û îşkenceya li Kurdistanê li ser gelê Kurdistanê tê kirin bêdeng nemînin.
Hat diyarkirin ku di çalakiyê de polîsek birîndar bûye û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê wiha ye;
“Di dema provokasyona ku li Nisêbînê hat kirin de em bê deng neman û me bi bombeyên gazê û fîşekên hewayî êrîşî polîsên barbar ên îşkencekar ên li ber qereqolê bûn, kirin. Çeteyên ku li cihê herî ewle hatin êrîş kirin, tirsiyan û li derdor gulebaran kirin. Piştî êrîşê hat dîtin ku ambûlans hat qereqolê.
Di encama çalakiya birîndarêk dijmin çêbû. Milîsên me bi awayekî serketî ji qadê derketin û gihiştin cihên xwe.
Bi vê çalakiyê em polîsên faşîst-barbar ên ku her roj li Kurdistanê zilm û îşkenceyê li gelê me dikin û hevkarên wan ên li Nisêbînê provokasyonan dikin, hişyar dikin; “Her çeka ku hûn îro li dijî gelê me rakin, wê sibê mejiyê we ji aliyê Milîsên me ve were teqandin.”