NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî agahiyan, hêzek ji 250 kesî ya ji çeteyên Roj û Zêrevanî, li başûrê nehiya Şêladizê ya Amediyê di navbera Çiyayê Garê û Şêladizê de hatiye bicihkirin.
Çeteyên PDK’ê li derdora gundên Xwasto, Dewkê, Latka û Serûkanî yên eşîra Zebarî bi cih bûn û tê gotin, nehiya Şêladizê dorpêç kirine.
Li gorî agahiyan, hêzên PDK’ê de bi çêkirina sê nuqteyên nû yên leşkerî kirine.
Di dîmenan de hate dîtin ku ev hêzên PDK’ê bi 6 wesayitên Hammer ên doçka li ser, 3 Tir, 3 kepçe, depoyên avê û gelek amûrên sivîl û leşkerî derbasî herêmê bûn.