MONTREAL- Gelê Kurd pîrozbahiyên xwe yên Newrozê didomîne. Nêzî 2 hezar Kurdistanî li bajarê Montreal ê Kanadayê hatin cem hev û cejna Newrozê pîroz kirin.
Piştî pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Newrozê destpê kir, li ser wate û girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd axaftin hatin kirin. Her wiha hat diyarkirin ku dê têkoşîna jiyanê ya şehîdên Newrozê Ronahî, Bêrîvan û Mazlûm bên nîqaşkirin û bîranîna şehîdan bê parastin.
Di Newroza ku li Navenda 1717 Boul. Le Corbusier hat pîrozkirin de gelek çalakiyên çand û hunerî hatin pêşandan.
Di çalakiyê de ku hunermendên Kurd Sîpan Xelat û Azad Aslan jî beşdar bûn, stranên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.
Di çalakiyê de dîlana gelerî jî ji aliyê koma folklorê ya jinên ciwan ve hate pêşkêşkirin û rengekî cuda li şahiyê kir.
Di dawiya çalakiyê de gelê Kurdistanê li gel stranan govend gerand.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.