NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Muglayê ya YCWK, bi daxuyaniyekê şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew şehîdên me yên leheng ji Şehîd Mazlûm Dogan heta Fermandar Egîd ku gelê Kurd vejîne, bi rêzdarî û dilsozî bi bîr tînin û hat gotin, “Erka me ya îro ew e ku em xwedî li cesaret û berxwedana fedaî ya Mazlûm û Egîdan derkevin. Bi hişmendiya berpirsyariya ku me ji dîrokê girtiye û gavek pêş de biavêjin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku li ser rêya ku ji aliyê fermandar Egîd ve hatiye ronîkirin, têkoşîna heqîqetê berfirehtir bikin û bi cihê xwe di nava refên azadiyê de bigrin agirê şoreşê geş bikin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Di şexsê gelê me de û di dîroka welatê me Kurdistanê de lehengên ewqas mezin hene ku di dîrokê de mîraseke mezin a têkoşînê û şopên mezin ji me re hiştine.
Bi boneya vê Hefteya Lehengiyê em şehîdên xwe yên qehreman ên gelê Kurd ji Şehîd Mazlûm Dogan heta Fermandar Egîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Fermandar Egîd bi guleya yekem a ku avêt, li dijî qirkirina bi sedsalan li ser gelê me hatiye kirin serî hilda û weke ku Rêbertiya me got, ji bo neteweyek nefesa xwe ya dawî nestîne, pêngava ku divê bê avêtin avêt.
Îro erka me ew e ku bi hişmendiya berpirsyariya ku ji dîrokê girtiye, cesaret û berxwedana fedaî ya bindestan û Egîd ji xwe re binirxînin.
Têkoşîna me ya heqîqetê wê îro jî weke duh bi mîrateya ku me ji dîroka xwe û gelê xwe girtiye bidome.
Em wek YCWK; Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li ser rêya ku fermandar Egîd ronî kiriye vê têkoşîna heqîqetê berfirehtir bikin û bi cihê xwe di nava refên azadiyê de bigrin agirê şoreşê geş bikin.
Bijî Serok APO
Biji PKK