NAVENDA NÛÇEYAN – Weke di dîrokê de bûye, cardin sosyalîzm dikare bi raveyek zanistî ya rêkûpêk ve bê gihandin. Dema em roja xwe dinirxînin, dê bê dîtin ku du serî, ango rikdarên beriya niha heyî hatine derbaskirin. Niha jî dibêjin seriyên Başûr û Bakur an jî cuda bi têgeh dikin. Çiqas mirovatiya ku hinekê weke pergal xwe îdare dike, li hember kapîtalîzmê nerehetî dijî hebe –netew, çînên bindest û hawirdorparêz jî di nav de-, divê para van hemûyan a şirîk bê dîtin. Di dîroka sosyalîzmê de heman weke Enternasyonalîsta Yekemîne. Ya ku vê dixwest ser bixe ne ji netewekê, yekîtiya karkerên ji hemû netewan û ji vê jî zêdetir sazkirina yêkîtiya bîrdozî bû û ya rast jî ev serxist. Enternasyonala Duyem hinek din xwedî damezirîniyek girseyî û bidestxistina desthilatiyê bû. Lê ev ser nexist û jixwe ji ber vê sedemê hat derbaskirin. Şûna wê Enternayonala Sêyemîn ku pêşketî jî enternasyonalîzma sosyalîzma dewletbûyî bû. Lê wê jî dewletbûn xirab bikar anî û ji ber ku pêwendiya sosyalîzmê ya bi dewletê re rast çareser nekir derbas bû. Belê, niha pêdivî bi damezirandina enternasyonaliyek nû heye. Jixwe asta nîqaşên heyî jî her ku diçe vê dixe rojevê.
Divê neternasyonaliyek sosyalîst a çawa çêbe? Enternasyonaliyek sosyalîst a bê damezirandin, pêwîste bi gelemperî di asta gerdûnî de rewşa mirovahî, sosyalîzmek bi bername ya li gorî her netewê, heta her parzemînê û herêmê hatiye sazûmankirin û heta ji bo her netewê di nava netew de li gorî çînayetî hatiye sazûmankirin sosyalîzmekê esas bigire. Ango ev tê wateya pêvajoya ji nû ve damezirandinê û ev jî di rewşa qonaxan de ye. Jixwe rêgeza sosyalîzmê jî eve. Wexta li cihekê qonaxek hat sazkirin, dikare li cihek din jî qonaxek din bê sazkirin. Mînak pêvajoya yekîtiya bîrdozî, pêvajoya dewletbûnê, ji ber pirsgirêkên ceribandinê pêvajoya derbasbûnê, pêvajoya ber bi sosyalîzmek hîn tenduristî ve çûyîn bê hesibandin. Divê ev ecêb neyên dîtin, dê ev berdewam bikin û biçin. Ya girîng pirsgirêkên sosyalîzmê di nava rojaneya wê de rast girtine. Ev bi xetên giştî ve, dikare weke sosyalîzm û dewlet, sosyalîzm û pêşveçûn, sosyalîzm û dilxweşî, sosyalîzm û pirsgirêkên netewî, sosyalîzm û çand, sosyalîzm û aborî, sosyalîzm û sosyalîzma pêkhatî, sosyalîzm û utopya, sosyalîzm û zanist, sosyalîzm û ol, sosyalîzm û malbat, sosyalîzm û jin, sosyalîzm û mafê çarenûsa xwe bi xwe rêvebirina netewan, sosyalîzm û demokrasî, sosyalîzm û pêwendiyên partî bê rêzkirin. Neçare ku ev hemû ji nû ve bên nîqaşkirin.
Ango bîrdoziya sosyalîst bi xwe jî dikare weke têgeh ji nû ve bê sazkirin, piştî her ku çû ev têgeh zelal bûn dikare bi bername bibe, piştî bi bername bû dikare ji nû ve bê birêxistinkirin û divê derbasî çalekiyê bibe. Wê pêşketina misoger bi qonaxên wisa re çêbin. Dibe ku niha rewşek wisa pir bi îdîa tine û hinek nîqaşên teng û seresere hene. Lê her ku biçe wê heman weke enternasyonalên yekemîn, duyemîn û sêyemîn, ya çaremîn û pêncemîn jî pêş bikeve. Wexta em bîrdoziya sosyalîst, desthilatbûn û polîtîkbûna wê bi xalên giştî ve digirin dest, niha em dikarin li rastiya xwe vegerin. Em li vir têgeha polîtîka jî ronî bikin. Yeqîn dikim mijarek hûn pir zehmetî dijîn jî polîtîka ye. Weke ku we polîtîka mîna têgeh pênase nekiriye, rewşa pêşketinek polîtîk jî zêde nas nakin. Ya rastî ji bo bîrdozî jî rewş wisa ye. Min hewl da têgeha bîrdozî ronî bikim. Her kes dikare di pêşketina xwe de bibîne ku hûn çiqas dikarin vê têbigihin, li gorî xwe encam derbixin û hêza we têrê dike xwe bi bîrdozî bikin. Lê min ev jî pir vekirî got: Heta hûn pêşketina bîrdozî saz nekin, nikarin ji heywanbûnê rizgar bibin. Her wiha ev civak jî xwe bi bîrdozî neke, nikare ji belavbûnê rizgar bibe. Civakek bê bîrdozî, misoger nikare xwe ji civakbûnek hoveber, nexweşî û rûxiyayî rizgar bike.
Pênaseya wê ya ji bo kesekê jî hatî kirin, bi heman şêweyî ye. Hûn devjê berdin bi serê xwe yê hoveber û xerîzeyên xwe ve şoreşê bikin, nikarin xwe jî bidin jiyîn. Hemû hêz û mezinbûna min, çavkaniya xwe ji avakirina min a bîrdozî digire.
Jixwe rewşa min a bîrdozî ku pêşde ye, min dike Rêber. Asta rêbertiya bîrdozî, ji ber ku rastiya civakî hat dahûrîn, nexasim dahûrînên me pêkana afirîneriya sosyalîzma zanistî ne, ez jî hîn bihêztir kirime. Bi temamî bîrdozîne û wexta bîrdoziyek wisa bi polîtîkbûnê re jî bê meşandin, dê ev bibe hêzek pir mezin. Vaye ger li vir polîtîka bê pênasekirin, qonaxek ji bîrdozî ber bi civakbûnê ve derbasbûne. Polîtîkbûn jî fikra bûyî hêze, rêxistinbûne, bûna propaganda û bûna malê civakê ye. Rêbertiya bîrdozî fikra ku ji bo civakê hewce derdixe holê û wê li ser hîmên rast pênase dike. Ji vir û şûn ve pirsgirêka wê ya berfirehbûnê, birêxistinbûnê re tê çareserkirin. Navendên rêxistinî, kargeriyên rêxistinî di encamê de bi qasî karî girseyê tevlî xwe bike, vediguhere hêzê û ev jî polîtîkbûne. Me polîtîkbûn, ya bîrdozî hewce dibîne di bingeha danasînên bernameyê de bilêv kiribû. Ger bi girseyî be –ev jî birêxistinê dibe- û dema rêxistin vê dike jî serî li çalekiyê dide. Çalekî dikare hem di asta leşkerî hem jî siyasî de bin. Ya rastî em dikarin bi çekbûn û bikaranîna
çekên agir weke polîtîkbûn binirxînin. Yekser vê jî bêjim; leşkertî jî tam polîtîka ye. Heta leşkertî raveya polîtîkbûna lêhûrbûyî ye. Bila ti kes leşkertiyê weke saziyek ji polîtîkayê qut nebîne. Asta polîtîka ya zêdetir hûrûkûr, şêweya ku bi çek û leşkertî tê kirine. Leşkertî polîtîkaya pêşketî ye.
Ti xisleta wê ya ji polîtîkayê cuda û şûna wê bigire nîne. Ya rastî polîtîka jî fikir û bîrdoziya pêşketî û lêhûrbûyî ye. Hîn zêdetir şêweya fikrê ku bûye malê civakê ye. Mînak dema em di çarçoveya rastiya Kurd de digirin dest, derdikeve holê ku pêdiviya Kurdan a bûna netew û rizgariya netewî heye. Ji bo rizgariya netewî pêdivî birêxistinbûnê, ji bo rêxistinê redkirina rêxistinbûna mêtîngerî û dewletê û ji bo vê jî pêdivî bi çalekiyê heye. Ango neçare bibe rêxistinek çalekger. Niha ev danasînên bîrdozî ne û em jî van danasînan pêk bînin. Pêşî em partiya wê damezirînin, paşê rêxistinbûn û çalekiya wê pêş bixin. Di encamê de ya derdikeve holê polîtîkaye û hêzek polîtîke. Berjewendiyên bingehîn, pêşbîniyên bingehîn dibin hêza heyberî. Ango tu bipirsî; “Min çiqas da gel, çiqas rêxistin ava kir û çiqas derbasî çalekiyê kir” û pêwîstiyên wê jî bicîh bînî, di vê manê de tu dibî polîtîk. Di encamê de polîtîkbûn, weke gelek ji we dizane ne zimandirêjî ye. Te çiqas girse birêxistin kiribe, çiqas mirov perwerde kiribe, çiqas birêve biribe, tu ewqasî polîtîkî. Têgehên weke berjewendiya netewî yên giştî, dewleta netewî, şoreşa netewî weke bîrdozî tên ravekirin û bi bernameyan ve tên girêdan. Ya peyre pratîke û ji vê re jî taktîk tê gotin. Propaganda bikin, birêxistin bikin, yek-du xwepêşandanan lidar bixin, çend çalekiyên mezin lidar bixin. Vaye ev jî pratîke, xebata polîtîke û polîtîkbûne. Ger hûn vê bikin, hûnê polîtîk bin. Di vê watê de polîtîkbûn, veguhertinek hêzbûna ji bîrdozî û ji rastiyên wê ye.
Rêber APO
Çavkanî: DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRARE