KOBANÊ- Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Jinên Ciwan-Jineoloji bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li Kobanê çalakî tên lidarxistin.
Îro li bajêr ji aliyê jinên ciwan ve ji bo nasandin û belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO li jinên ciwan û ciwanan çalakiya Pirtûkxaneya Gerok hate lidarxistin. Jinên ciwan ên ku pirtûkên Rêber APO belav dikin wê heta 4’ê Nîsanê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok bidomînin.
Di heman demê de jinên ciwan ji bo fêr bibin ka gelê Kobanê li ser Rêber APO û hestên xwe yên li hemberî Rêber APO çi difikire, stand vekirin. Jinên ciwan ji raya giştî ya ku serdana standê kir xwest ku bi kartên biçûk ên ku amade kirine fikrên xwe yên li ser Rêber APO binivîsin.
Standê gelek eleqeya derdorê kişand ser xwe.
Hat diyarkirin ku çalakiya standê wê sibe jî dewam bike.