DIRBESIYÊ- Serketina Partiya DEM’ê ya di hilbijartinên herêmî de ne tenê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li Rojava jî kêfxweşiyeke mezin da gel û li gelek cihan gel daket qadan û serketinê pîroz kir.
Li navçeya Dirbesiyê ya Hesekê duh êvarê piştî Dêra Zorê û bajarê Qamişlo, bi sedan ciwan bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan bi konvoyekê li bajar geriyan û serketinê pîroz kirin.
Jinên ciwan ên li nava bajar geriyan, bi dirûşma “Bijî Berxwedana Bakur” serkeftina Partiya DEM’ê silav kirin.