REQA – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’ê) û Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê bi boneya 4’ê Nîsanê, roja ji dayîkbûna Rêber Apo pirtûkxaneyekî gerok li darxistin. Pirtûkxaneya gerok wê 2 roj bi pirtûkên Rêber Apo bi zimanên erebî û kurdî li derdora bajarê Reqayê bigere.
Çalakî li ber stadyuma şaredariyê dest pê kir û gihişt derdora Dora El Dallah. Li wir pirtûkxane rawestiya û dirûşmeyên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin û pirtûkên Rêber Apo hatin belav kirin.
Pirtûkxaneya Gerok piştî wê çû heya çarçereya EL-Naîm û dîsa rawestiya û pirtûk hatin belav kirin. Li wir endamê ciwanên PYD’ê Sana Mihemed axivî û bixêrhatina beşdaran çalakî kir, û diyar kir ku ruxmê ku Rêber Apo di girtîgeha Îmralî de ye fikirî wî li her derê belav dibe.
Di roja duyemîn de li Parka El Reşîd û Parka Jina Azad wê pirtûkxaneya gerok bidomîne.