WAN- Ji duh bi şev û vir ve gelê Kurd bi taybet ciwan serketina Partiya DEM’ê ya di hilbijartinê de pîroz dikin. Li ser vê bingehê gel ji duh ve li kolanan govendê digerîne û serketinê bi coş pîroz dike.
Pîrozbahî hê jî li gelek cihan bênavber dewam dikin. Kêfxweşiya ku bi taybetî li bajarê Wanê ku ji 14 navçeyên her 14 bi ser ketibûn, cûda ye. Bi dehan ciwanên Kurd doh şev li Taxa Xaçort a Wanê hatin cem hev û bi meşekê serketin pîroz kirin. Ciwanên bi ala mezin a Partiya DEM’ê di destên xwe de meşiyan û bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “PKK Gel e, Gel li vir e” û “Bijî Berxwedana Zîndana” di kolanan de deng vedan.