MÊRSÎN- Partiya DEM’ê li Akdenîzê bi beşdariya bi hezaran kesî serketina xwe pîroz kir.
Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê bi rêjeya ji sedî 36,92 dengan ket bin rêveberiya DEM’ê. Gel li Taxa Şevket Sûmer a navçeya Akdenîzê şahiyek mezin li dar xist. Di pîrozbahiyê de ku fîşekên hewayî hatin avêtin, meşale hatin pêxistin, konfetî hatin pêxistin, dirûşme û tilîlî bilind bû, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Akdenîz ya me ye û wê ya me bimîne.” Gelek caran dirûşmên “Mersîn bi te serbilind e” hatin berzkirin.