MEXMÛR- Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji aliyê ciwanan ve pîrozbahiyekê hate lidarxistin.
Çalakgerên Nobeda Azadiyê ya Rêber APO, ciwan û gaziyên şer beşdarî çalakiya li saziya ciwanan bûn.
Piştî axaftina kin ji aliyê hevberdevkên Tevgera Ciwanên Mexmûrê Kajîn Ozerk û Sîpan Yaman ve li ser girîngiya 4’ê Nîsanê, kekê ku ji bo pîrozbahiyê hatibû amadekirin ji aliyê gaziyê şer Tîrêj Dogan ve bi tilîlî û dirûşmeyên “4’ê Nîsanê li Rêbertî pîroz be. APO” hat qutkirin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.