SERDEŞT- Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk ber wesayîtek nêzî mala welatiyekî li Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Têkildarî zirerên giyanî ti agahiyek bidest neket.
Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk careke din dijî Şengalê êriş pêkanî. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin êriş di derdora saet 12.00’ê nîvro de li jora kampa Serdeştê pêkhatiye.
Li gorî wêneyê ku bidest ketiye, balafira bê mirov wesayîtek li ser rê nêzî mala welatiyek bombebaran kiriye. Lê agahiyên berfireh bidest neket û ne hate zanîn ti zirereke giyanî çêbûye an na.