NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ku di hêzên Erka Xwe Parastin de cihê xwe digrin bi ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifîn. Ciwan erka xwe ya ciwantî xwedî derdikevin û di parastina welatê xwe, gelê xwe de cihê xwe digrin.
Welat welatê me ye! Gelek em bi xwe parastina welate xwe bikin!
Heman Dêrîk 2 meh li Erka Xwe Parastin de perwerde dîbine û bi dil û can tevlî xebatê Erka Xwe Parastin dibe. Derîk, nerînen xwe bi wî rengî anî ser ziman:
„Ez Heman, ji Dêrikê me. Ez hatime vêdere ji bo perwerde. Em jî endamên Erka Xwe Parastin in., Em hatine ji bo vî welatî, ji bo bajarê xwe biparêzin.
Dema ez despekê hatim perwerde min tiştek nedizanî. Bes piştî ez tevlî perwerde bûm, min perwerde dît min gelek tişt zanin. Berê tu nerîn ser min, ser şexsiyeta min nebû. Piştî ez hatim, min ev perwerde dît gelek nerîna min li ser şexsiyeta min çebû. Berê me nedizanî silah rabikin, me nedizanî bi silah şer bikin, bes îro me perwerde dîtiyê em dizanin silah rakin, em dizanin şer bikin. Em zanin berxwe bidin. Em zanin dijminê me were em çawa parastin bikin. Me vê perwerde de gelek gelek tişt ditîn.
Ez bi xwe tevlî bûmê. Ez hatimê ji bo vî welatî. Welat welatê me ye. Eger em parastina vî welatê nekin, kî were parastina vî welatî bike? Emerika were parastina vî welatî bike? An dewletê Elmanî were parastina vî welatî bike? Na qet kes nayê parastina vî welatî nake. Gelek em bi xwe parastina welatê xwe bikin.
Gelek hevalên me jî hene, diçin Îraqê, diçin Tirkiyê, diçin Elmanya. Gelek ew jî neçin, gelek vegerin û ser wî welatî û bajarê xwe ji destê Tirkan derxinin!
Tirkiye 24 saeta şer dike û bi teyaran me dide. Gelek heval vê qebul nekin. Tu car çavê me ji Tirkiyê natirse û her ez zanim em serketine. Her em ê serbikevin. Gelek tiştên me jî hene hemû ji fikrê Rêber APO ne. Emê ser rêbaza Rêber APO despê bikin û bimeşin.
Gelek ev hevalê ku diçin derve vegerin. Werin parastina xwe bikin. Parastina ax û şerefa xwe, namûsa xwe bikin.
Nameya min ji bo hemû dayikên Şehidan e. Heta noqta xwîn di leşe me de heye em ê li vê derê bin û em ê parastina axa xwe, şerefa xwe, namûsa xwe bikin û em nahelîn ku xwîna hevalên me vala here. Ev Tirkiya çî bike jî nikarê me biseknîne û em nasekinin. Her em hene û her em bimînin û ez serkeftin ji bo hemû hevalan dixwazim.“
Em di xeta biratiya gelan û parastina rewa de dimeşin!
Şervanê Mehmûd Mihemed Xêr Reşo diyar kir ku di hêzên Erka Xweparastinê giştî netewên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dike cihê xwe digre û bi wî awayî parastina xwe dike.
Axaftina Mehmûd Xêr Reşo wiha ye:
„Navê min Mehmûd Mihemed Xêr Reşo ye. Ez ji Tilkoçer im. Ez tevlî Erka Xweparastin bûm. Bi armanca ku em axa xwe biparêzin û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ku di nava xwe de Ereb, Kurd û Suriyan û Aşûrî dihewîne biparêzin. Em di xeta biratiya gelan û parastina rewa de dimeşin.
45 rojan em li Mêlebiyê man me perwede dît. Perwerdeya bîrdozîk beriya ya leşkerî hat dayîn.
Em fêrî bikaranîna çekê bûn û hin ji hevalê me hebûn danûstandinê wan nebaşbûn lê piştî perwerdê hate guhertin ber bi baş bûn ve çûn. Em li ser esasê parastina rewa tevlî bûn. Bi destûra Xweda em ê li himber dagirker bisekinin.“