NAVENDA NÛÇEYAN – Di nêzbûna 4’ê Nîsanê û roja avabûna PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistan) jin û ciwan di herêmên Rojhilatê Kurdistanê silavên xwe dişînin û vê rojê pîroz dikin.
Li bajarê Urmiyê Jin û Ciwanên Rojhilatê Kurdistan bi peyamekê Rojbûna Rêber APO û avabûna PJAK pîroz kir û xwasteka xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber APO diyar kirin. Bi silogana ‘Bê Serok jiyan nabe’ axaftina xwe dawî kirin.
Dûho jî Ciwanên Komîteya Şehîd Akîf jî li bilindbûna Bokan rojbûna Rêber APO û avakirina PJAK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniya xwe de ji despêkê de Rêberê gelanên azadîxwast ya Rêber APO, Şehîdên Şoreşê û Şoreşa Jin Jiyan Azadî, ji hemû hevalan re û Berxwederên li Zindanê de, ji her çar parçe Kurdistan û derveyî welat pîroz kir û soza xwe dan hertim ser şopa Şehîdên Şoreşê dimeşin û Şoreşa Jin ji bo azadiyê berdewam bikin. Di dewamiya gotina xwe de, ciwan gotinê ‘pêşketina çalayiyên gerîla li hember teqnîkên ezman ji bo hemû gelan pîrozbahiyekê’ û destxweşiya hemû hevalan dikir û bi rêzdarî silav kir.
Di dawiya axaftina xwe de Ciwan banga hemûyan kirin bi rihê Newrozê di her aliyê de di 4’ê Nîsanê çalakiyan bikin û hemleya ‘Ji Rêber APO re azadî ji gelên kurd re çarneserî’ pîroz kir.
Bi silogana “Bijî Rihê Berxwedan! Bijî Partiya Azadîya Jin Rojhilat! Bijî Şoreşê Jin Jiyan Azadî! Bijî Rêber APO!”daxuyaniya ciwanan bi dawî bû.
Çavkanî: Aryen TV