NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû ciwanên Kurdistanî û bi taybet ciwanên Wanê kir ku li dijî desteserkirina îradeya li Wanê berxwedanê bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk ji dîrok û polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê tu gav paşve neavêtiye. Zîhniyeta ku di qirkirina Kurdan de israr dike, li Çiyayê Agirî hatiye veşartin. Di vê pêvajoyê de berpirsyariyên mezin ên gelê Serhadê yên birûmet û ciwanên WAN’ê yên welatparêz hene.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tekane rêya rizgariya Kurdistanê stratejiya şerê gelê Şoreşger e. Em bang li ciwanên WAN ên welatparêz dikin ku bi ruhê pêşengê şerê gel ê şoreşgerî Şehîd Reşît Serdar kolanên Kurdistanê veguherînin qada şer. Wekî Rêber Apo jî gotiye, “Dema ku exlaq û polîtîka têk biçe, ji civakê re yek tişt dimîne, ew jî XWE PARASTIN e.” Divê analîza wê weke talîmatekê bê dîtin.”