KOBANÊ – Li bajarê Kobanê Komîteya Ciwanan a Hêzên Parastina Cewherî (HPC – Ciwan) ji bo mîsogerkirina ewlehiya bajarê haciz çêkir.
Ala Tevgera Ciwanên Şoreşger hat hildan û endamên HPC – Ciwan bi silehên xwe, sayare û motorên ku di kolanan de derbas dibin yek bi yek kontrol dikin.
Ev çalakiyan di çarçoveyê parastina rewa û stratejiya şerê gelê şoreşgerî tên li darxistin. Ji bo ku civak azadiya xwe winda neke lazim e ku bikaribe parastina xwe bike. Dema hêzekî derve civak yan jî tenê beşekî biçûk ê civakê xebatê eskerî dike, civak dikeve di bin kontrolê wan de û îrade û azadiya xwe winda dike.