MARSÎLYA- Nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, ji aliyê Endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û gelê Kurdistanê yên li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin cem hev hat protesto kirin.
Ciwanan bi bi pankarta ku li ser de “Rabe! Xwedî Li Îradeya Xwe Derkeve” dinivisand hilgirtin û meşeke kin pêk anîn û di heman demê de bi vê dirûşmeyê peyama parastina vîna xwe dan gelê Kurd.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedan Gelê Kurd” hatin berzkirin. Dirûşmeya ciwanan a “TC şaş neke, me dernexine çiyê” jî bal kişand.
Li ser xwepêşandan û bûyerê jî axaftinek kurt hat kirin. Di axaftinê de hat diyarkirin ku Erdogan çi dibe bila bibe dê dîsa têk biçe.
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Bakur” bi dawî bû.