HELEB – Bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Federasyona Werzîşê, 4’emîn Festîvala Amara bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em ê şoreşa çandî pêk bînin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin” li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dar dixin.
Festîvalê li Stadyûma Berxwedana Şêxmeqsûd a li herêma Şeqîf dest pê kir û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Kongra Star û komên ciwanan beşdar bûn.
Doh Çalakiyên mîhrîcanê bi pêşkêşkirina performansên werzişî hatibû destpêkirin. Îro jî di roja 2’emîn a festîvalê li Meydana Goristanê şahiyekî hat li dar xistin. Di destpêka şahiyê de ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin û piştre sirûda “Sêrok Ocalan” hate xwendin.
Şêniyên taxê govend gerandin û piştre koma dîlanê ya şehîd Vejîn govenda folklorî pêşkêş kir. Gelek hunermendên jin û mêr ji navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a Helebê jî beşdarî bîranînê bûn û di dawiyê de şano hat lidarxistin. Koma şanoyê ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi navê “Azadiya Welat” şanoyê pêşkêş kir. Gelek şêniyên taxê beşdarî şahiye bûn.
Di dawiya festîvalê de ji aliyê gel ve govend hat gerandin û bi slogana Bijî Serok APO şahî hat bi dawî kirin.