ŞEHBA – 4’ê nîsanê, rojbûna Rêber APO nêz bû. Ji bo we her salê li seranserî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev roj bi çalakiyan tê pîrozkirin.
Jinên ciwan ên li Sehba vê carê biryar dan ku bi boneya roja 4′ Nîsanê ji bo zarokan semînerêk li dar bixin. Bi vê armancê jinên ciwan li dibistanên seretayî yên Sehbayê de serdana zarokan kirin.
Sara Omer ku semîner organîze kir jî ev tişt anî ziman: “Ji bo me girîng bû ku em îsal ji bo zarokan tiştekî biken. Ji ber ku Rêber APO, weke ku hûn ji helbesta wî jî dibînin, ji zarokên pir hez dikir. Zarok ji bo Rêber APO girîng bûn. Di semînerê de me hewl da ku bi zimanekî sade wateya çarê Nîsanê ji zarokan re vebêjin. Ji bo ku her zarok jê fêm bike. Bi boneya 4 ê Nîsanê Em Rojbûna Mirovahiyê pîroz dikin.”
Semîner bi xwendina helbesta ku Rêber APO ji bo zarokan nivîsandî bi dawî bû.