ELÎH – Li bajarên Kurdistanê gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê daket kolanan.
Nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, li gelek bajaran tê prostetoskirin. Portestoyên ku li Wanê destpêkirin li gelek bajarên Kurdistanê belav bûn.
Li Êlihê jî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Girseya ku li Kolana Diyarbekirê kom bû bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Wanê” meşiya. Polîsan bi gaza îsto, ava şid û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan.
Li gor agahiyên ku hatine girtin 15 ciwan hatin binçakirin.