QAMIŞLO- Doh li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ve bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê a Rojbûna Rojê Rêber APO, di çerçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” şahî hat li darxistin. Bi dehan xwendekar û ciwanên Qamışlo tevlî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan destpêkir.
Piştre rêzgirtinê kurte axaftinekî li ser giringiya 4’ê Nîsanê hat axaftin. Di axaftin de 4 Nîsanê Rêber APO, şehîdan û gerîlayên ku di serê çiyayan de berxwe didin hate pîroz kirin. Her wiha berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê ku niha li hemû bajaran de ji bo îradeya xwe dest bixe derketiye kolanan hat silav kirin.
Di destpêkê de ji aliyê Koma şehîd Gabar ve stran hatin pêşkêşkirin, piştî wê jî Koma Şehîd Vejîn Jiyan berdewam kir û ev kom jî bo şahî hin stranan anîn li ser ziaman.
Di şahiyê de her wiha helbest jî hat gotin.
Şahî bi gerandina govendê û silogana ‘Bê Serok Jiyan Nabe û Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.