ŞENGAL – Jinên Ciwan ên Şengal ji bo rojbûna Rêber APO spotekê amade kirin û bi wê dîmenê xwe roja dayikbûna azadiya gelên bindest pîroz kir in.
Endamên Yekitiya Jinên Ciwanên Şengal di navenda xwe de kom bûn û bi hevre Pareznameya Pêncemîn ya Rêber APO li ser “Jiyana Rêbertî li Îmraliyê de “xwendin. Piştî wê jinên ciwan ser rê û rêbazên tekoşînê nîqaş kirin û bi spotekê Rojbûna Rêber APO pîroz kirin û xeyalên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO anîn li ser ziman.
Hala Serdeştî rojbûna Rêbertî pîroz kir û xwesteka xwe ya Rêber APO di demekê kurt de di nav civaka Êzidî bibînim da diyar kirin.
Remzo Şingalî jî vê rojê pîroz kir û got: “Em xwe deyndarê Rêber APO dibînin, ji ber ku ev çend sala me nikarî bu wê rizgar bikin.”
Efrîn Xelef jî xwesteka xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber APO di axaftina xwe de anî ser ziman.